Înana tirombêlan bo nav herêmê hate rawestandin

Feriset Elî rêveberê gomirika Îbrahîm xelîl bo evro ragehand ji roja 15/2 wan pêgîrî bi biriyara hikûmeta herêmê kirî ye û çi tirombêlên bazirganî yên bo firotinê bi rêya dergehê gomirikî nehatine.
Ji aliyê xweve, Rustem Mehmud rêveberê Merzê başmax ragehand ku wan jî hemû kompaniyên înana tirombêlan agehdarikiribûn û ji roja 15 vê heyivê rê bi çi tirombêlên bazirganî nehatine dan bihêne herêmê.
Hikûmeta herêma Kurdistanê bi merema pêdaçûnê bi şêwazê înana tirombêlan û diyarkirina kiwalîtiya wan tirombêlên ku dihêne herêmê lijneyek pêkînaye û ji roja 15/2 hatina tirombêlan qedexe kirî ye ta rênimayên nû derdikevin.




