26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Dewleta qanûnê: Celal Talebanî daxwaza " Usama Nuceyîfî" derbarê vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî ret kir.

Çavkanî: KDP.info

Îtîlafa dewleta qanûnê eşkere kir, ku serokê komara Iraqê "Celal Talebanî" daxwaza serokê encumena nûnerên Iraqê " Usama Nuceyîfî" derbarê vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî ret kir.
Di evê derbarê de li gorî ajansa "Aknews", serkirdeyekî di Îtîlafa dewleta qanûnê bi navê "Silêman Musweyî" ragihand, ku daxwaza serokê encumena nûnerên Iraqê " Usama Nuceyîfî" derbarê vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî  ji alîyê serokê komara Iraqê "Celal Talebanî" hat retkirin.
Herweha Mûsewî got, "retkirina evê daxwazîyê ji alîyê Talebanî ve ti sedemeka eşkere jê re nebû."
Herweha got, " xuyaye lîsta El-Iraqîyye hesaba pêwendîyên navbera hevpeymanîya kurdistanî û yekîtîya niştimanî neki."
Wek dihê xuyakirin, ku ji destpêka sazbûna hukûmeta Iraqê gelek nakokî keftina navbera El-Iraqîyye û Îtîlafa dewleta qanûnê û ev nekokîyên han jî her çû bi hêz tir bû dema kurdan jî pişkdarî tê de kir.

Nûçeyên têkildar