26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Ji tirsa da, Malikî hêzê dihênêre Enbar

Çavkanî: KDP.info

Berpirsê liqê 14 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li mûsil bo Evro ragehand duhî Malikî ji tirsa berfirehbûna xwenîşadanên Enbar da, rabûye bi hinartina hizar polîsan li parêzgeha besire bo parêzgeha Enbar.


Ji aliyekê dî ve, berpirsê liqê 14 amaje bi wan teqînan kir ku parêzgeha Mûsil vegirtî û got "li qeza Tilfer tîrorsteke, di hêrişeka xwe kujî li nêzîk xaleka pişknînî xwe peqand û di encamda rêveberê fêrgeha hewalgiriya giştî li wezareta berevaniya Îraqê emîd Ewnî Elî li gel sê zêrevanên wî kirine qurbanî, dîsan di heman roj da bombeka çandî li taxê somer ber karwaneka hêzên supayê Îraqê hate peqandin, efserek û serbazek bûne qurbanî, dîsa bombeka dî li nêzîk mala efsereka dî ya serbazî bi pileya emîd hate peqîn û çar zêrevanên wê bûne qurbanî.
 

Nûçeyên têkildar