Mesrûr Barzanî pêşwazî li Emar Hekîm kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Bizava Hikmeya Niştimanî û Hevpeymaniya Iraqîyûn (Hikme) kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Yekşema 21.2.2021 li Hewlêrê pêşwazî li Serokê Bizava Hikme ya Iraqê Emar Hekîm kir.
Di hevdîtinê de behsa rewşa Iraqê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê hat kirin.
Emar Hîkme anî ziman ku ew Herêma Kurdistanê dost û hevpeymana xwe dibînin û got, divê Destûr bibe pîvan û bingeha çareserkirina arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê.
Serokê Bizava Hikme herwiha got, em piştevaniya rêkeftina navbera hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Iraqê dikin. Em hêvîdar in rêkeftina han ji aliyê Parlementoya Iraqê ve were pesendkirin.
Serokê Hikûmeta Kurdistanê jî anî ziman ku Herêma Kurdistanê her dem alîgirê çareserkirina bingehîn ya arîşeyan bûye, helbet li ser esasê dabînkirina mafên Destûrî yên Herêma Kurdistanê û parastina taybetmendî û statûya federal ya Herêma Kurdistanê û li ber çavgirtina pirensîbên hevsengî û şirîkatî û lihevkirinê.




