25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî peyamek derbarê şewata kampa Êzdiyan belav kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê şewata kampa penaberên kurdên êzdî peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand: “Gelekî xembar bûm bi nûçeya şewata kampa xuşk û birayên Êzdî li Zaxo, ku mixabin bûye sedema mirina bavek û kur û keçekê û birîndarbûna gelek kesên din. Serxweşiyên li wan dikim û hevbeşê xema wan im.’’

Mesrûr Barzanî di peyama xwe e daye zanîn: “Ez ligel Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed axivîm, û min ew erkdar kir ji bo lêkolînê û helsengandina rewşa kampê. Emê berdewam bin li ser parastin û hevkarîkirina penaber û koçberên kampan, heta wê demê ku bi serberzî vegerin ser cih û warên xwe û ji bo vê jî alîkariye zêdetir a hêzên navdewletî heye.”

 

 

Nûçeyên têkildar