Serokê Herêma Kurdistanê sersaxî li malbata Aram Baleteyî kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peywendiyeke telefonî de sersaxî ji malbata Aram Baleteyî re xwest.
Îro Çarşema 17. 02.2021ê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peywendiyeke telefoniyê de li gel Zana Ezîz ji malbata xwedê jêrazî Aram Baleteyî Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê û Berdevkê Frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê, ji bilî pirse û sersaxiyê, hevsozî û hevxemiya xwe ya kûr li gel malbata xwedê jêrazî nîşan da.
Serokê Herêma Kurdistanê xema ji destdana xwedê jêrazî Aram Baleteyî bi xema xwe zanî û hêvî xwest xwedayê mezin giyanê wî bi himbêz û dilovaniya xwe û şad bike û hedar û aramiyê bi xêzan û kesukar û hevrê û hevkarên wî û hemûyan bibexşe.
Ji aliyê xwe ve birêz Zana Ezîz spas û pêzanînên xwe û malbata xwe ji bo peywendî û hevxemiya Serok Nêçîrvan Barzanî û hemû ew piştgîrî û çavdêriya dema nexweşketinê da pêşkêş kiribûn, dupat kir.




