26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî bi riya telefonê sersaxî ji malbata Dr. Aram Baleteyî re xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya endamê parlamentoya Iraqê û berdevkê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Dr. Aram Baleteyî di peywendiyeke telefonî de sersaxî ji malbata rehmetî re xwest.

Îro 17.02.2021ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peywendiyeke telefonî ya li gel Zana Ezîz ê ji malbata xwedê jê razî Dr. Arama Baleteyî ye pêk anî û sersaxî ji malbata xwedê jê razî Dr. Aram re xwest.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe nîşan da û hêvî xwest ji xwedayê mezin ku rihê wî bi buhiştê şad bike û herwaha daxwaza serbir û aramiyê ji kesûkar û malbat û hevalên wî re xwest.

 

 

 

Nûçeyên têkildar