Balyozê Danîmark: Em ji ber êrîşa ser Hewlêrê dilgiran in

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Danîmark li Iraqê kir û di wê hevdîtinê Serok Barzanî ragihand ku têkşikandina terorê hewleke hemûalî û firehrehend jê re pêwîst e.
Îro Sêşema 16.02.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Stig Paolo Piras Balyozê Danîmark li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de Balyozê Danîmark li Iraqê dilgiraniya xwe bi êrîşa mûşekan a şeva derbasbûyî ya li ser bajarê Hewlêrê nîşan da û pêzanînên xwe jî ji bo wê aramî û pêşketinê hebû ku li salên derbasbûyî û niha li Herêma Kurdistanê pêk hatiye.
Balyozê Danîmark li Iraqê behsa wê yekê jî kir ku welatê wî hevbeşê Hevpeymaniya Navdewletiya ya li dijî terorê û beşdar bûye di meşq û rahênana hêzên Iraqê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê. Tekez jî li wê yekê kir ku pêwîst e kêşeyên di navbera Herêm û Hikûmeta Federal li rêya aştî û diyalogê bên çareserkirin.
Her di vê civînê de di derbarê gefên terorê de Serok Barzanî ragihand ku têkşikandina terorê hewleke hemûalî û firehrehend jê re pêwîst e. Rast e niha DAIŞ ji aliyê serbazî ve hatiye şikandin lêbelê ew sedemên ku bûne sebeba serhildan û bihêzbûna terorê wekî xwe mane.
Di derbarê kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de, Serok Barzanî got ku pêwîst e ew kêşe bi riya diyalogê û di çarçoveya destûrê Iraqê de bêne çareserkirin, ji ber ku bi cîhkirina destûrê Iraqê dê aramî pêk were û bibe sedema wê yekê ku pêkhateyên Iraqê bi hevbeşî li gel hevdû bijîn.
Rewşa siyasî ya navçeyê û Iraqê û hilbijartina bê ya Iraqê mijarên din ê vê civînê bûn.




