26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Sûriyê: Di hefteyekê de 11 rojnamevan hatine kuştin

Çavkanî: KDP.info

Li Sûriyê di hundirê yek hefteya borî de 11 rojnamevan hatine kuştin. Ji destpêka aloziyên li Sûriyê û heta niha evna wek hefteya herî bixwîn bo rojnamevanan tê binavkirin.

 

Li gor wan amarên ku Komeleya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê belav kirine, di hundirê yek hefteya borî de 11 rojnamevan li cih û navçeyên cuda ên Sûriyê hatine kuştin.

 

Di nav van rojnamevanan de tenê yekî biyanî yê Meksîkayî heye ku ji bo televizyoneke Meksîkayê kar dikir. Her 10 rojnamevanên din jî Sûrî ne û 4-an ji wan bo medya rejîma Basê kar dikir.

 

Nûçeyên têkildar