25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Cihê destên Dr. Roj di hemû qonaxên dijwar ên xebata gelê me de xuya ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Dûşema 15.02.2021 li Selaheddîn bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî li Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê merasîma pêşwaziya li termê rehmetî Dr. Roj Nûrî Şaweys birêve çû. Her li rêwresmê de Serok Barzanî tacegula rêzlênan û wefayê li ser termê rehmetî Dr. Roj Nûrî Şaweys danî û gotarek pêşkêş kir.

Ev jî naveroka wê gotarê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro rojeke gelekî gelekî xemgîn e ji bo min, û ji bo hemû hevalên Kak Roj, jidestdana birayek û hevalekî ezîz wekî Kak Roj nehêsan e. Ji sala 1958 ve ez û Kak Roj wekî du bira bi hevre bûn, ji xwendingehê ve heta îro. Ji bo yek demek jî em ji hev dûr neketine. Cihê destên Kak Roj di hemû qonaxên dijwar ên xebata gelê me de xuya ye. Ji bo gelê xwe û ji bo partiya xwe gedeyeke aza û bi wefa bû. Berdewamê rêya bav û dayika xwe bû. Ez piştrast im ku hevalên Kak Roj dirêjepêderê wê rêbazê dibin û xebat dikin ji bo wê armanca ku Kake Roj û hezarehan têkoşer û qehremanên din serê xwe ji bo wê danîn, Kake Roj herdem li bîramine.”

Serok Barzanî li ser Dr. Roj girya û nema karîbû gotara temam bike.

Nûçeyên têkildar