Serok Barzanî: Dr. Roj Pêşmergeyekî wêrek û bi wefa yê rêbaza Barzanî û Kurdayetiyê bû

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya Endamê Polîtburoya PDKê Dr. Roj Nûrî Şaweys peyameke hevxemiyê belav kir û tê de got, Dr. Roj temenê xwe xistibû xizmeta doza rewa ya gelê Kurdistanê û bicîhanîna armancên bilind ên gelê Kurdistanê û berevaniya li ax û gelê Kurdistanê û di wê riyê de Pêşmergeyekî wêrek û bi wefa yê rêbaza Barzanî û Kurdayetiyê bû.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke mezin ve berî nîvroya îro Dûşema 15.02.2021 Pêşmergeyê kedkar û têkoşer û xebatgêrê niştimanperwer ê gelê me û Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê, Dr. Roj Nûrî Şaweys ji ber nexweşiyê li bajarê Hewlêrê koça dawî kir.
Dr Roj Nûrî Şaweys ew şoreşgêr û Pêşmergeyê mezin bû ku di qonaxên cûda cûda yên xebata gelê me û Partiya Demokrata Kurdistanê de, çi di serdema çiya û çi di qonaxa serweriya yasayê û birêvebirin û avadankirina Kurdistanê de û di qonaxa destûr û avakirina Iraqa nû de û herwiha di karê siyasî û dîplomasî û şerê terorê de berevankareke dijwar bû bo biha û armancên gelê Kurdistanê û herdem erk û karên xwe bi dilsozî û Pêşmergane û bi baştirîn awa dikir.
Dr. Roj temenê xwe xistibû xizmeta doza rewa ya gelê Kurdistanê û bicîhanîna armancên bilind ên gelê Kurdistanê û berevaniya li ax û gelê Kurdistanê û di wê riyê de Pêşmergeyekî wêrek û bi wefa yê rêbaza Barzanî û Kurdayetiyê bû.
Koça dawî ya Dr. Roj ji bo me hemûyan astengiyeke mezin e û ji destdana wî ji bo xelkê Kurdistanê û PDKê ziyaneke mezin e. Kurdistan serkirde û şoreşgereke xwe yê mezin jidest da. Min jî bira û hevrêyê temen û dostekî nêzîk û hevsengerekî xwe yê xweşdivî jidest da.
Serxweşiyê li xwe û malbata niştimanperwer a Dr. Roj û serkirdayetî û kadir û endam alîgirên PDK û heval û hevrê û hevsengerên rehmetî Dr. Roj û bajarê helmet û qurbanî (Silêmanî) û hemû xelkê Kurdistanê û azadîxwazên Iraq û cîhanê dikim.
Ji xwedayê mezin hêvîdar im rihê rehmetî Dr. Roj bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyekî bide.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
15.02.2021”




