26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Xebat û têkoşîna Dr. Roj herdem di bîranîna me de zindî dimîne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê ya Endamê Polîtburoya PDKê Dr. Roj Nûrî Şaweys, peyameke sersaxiyê belav kir û tê de got, xebat û têkoşîna Diktor Roj her dem di bîranîna me de zindî dimîne.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Bi xem û xemgîniyeke kûr nûçeya koça dawiyê ya siyasetmedar, pêşmergeyên wêrek, fermandar û têkoşerê Kurdistanê yê naskirî û endama Polîtburoya PDK Diktor Roj Nûrî Şaweys ez gelek xemgîn kirim.

Diktor Roj û malbata wî roleke wan a diyar û girîng di tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de heye. Bi koça dawiyê ya Diktor Roj, gelê Kurdistanê têkoşerekî mezin û siyasetmedarekî bi ezmûn ji dest da. Di hemû erk û berpirsyariyên girîng ên li Herêma Kurdistanê û Iraqê wergirtiye de, parêzvanekî bihêz ê mafên gelê Kurdistanê bû û nimûneya dilsoziyê bû.

Bi vê boneya xemgîn, pirse û sersaxiyê li Cenabê Serok Barzanî, serkirdatî û endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê û li xwe û malbata xwedêjêrazî Dr. Roj ya birêz û têkoşer dikim.

Xwedêyê mezin giyanê wî bi beheştê şad bike û sebr û aramiyê bi hemûyan bibexişe.

Xebat û têkoşîna Dr. Roj her dem di bîranîna me de zindî dimîne.”

 

Nûçeyên têkildar