26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê li gel şanda Balyozên welatên Yekîtiya Ewrupa li Iraq civiya

Çavkanî: KDP.info

Îro şemî 16/02/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn li gel Balyoz û Nûnerên dewletên Yekîtiya Ewrupa li Iraq civiya.

Li destpêka civînê de Balyozên Yekîtiya Ewrupa li gotarek de balkişandin li ser wê yekê ku şand li ser raspardeya Yekîtiya Ewrupa hatiye ku nûnerayetiya 27 welatên Ewrupî dike û bo ku ji nêzîk ve agahdarî dîtin û nêrînên Serok Barzanî yê di derbarê tengasiyên Iraqê û sedem û çawayiya çareserkirina wê bibin û ragihand ku Yekîtiya Ewrupa bi gumaneke mezin ve temaşa wê tengasiya Iraqê dike û bi tu awayekî jî hevpeymaniya kes nabin eger rêz li destûr û peymanan negrin. Ji bo wê yekê bi girîngiyê ve temaşa vê civîna li gel Serok Barzanî dikîn bo ku dîtin û nêrînên rêzdar yê di derbarê wê tengasiyê de li civîna Bruksel de bixîn rû ku biryare li heftiya pêş de bête encamdan.

Balyozê Yekîtiya Ewrupa eve jî ragihand ku Yekîtiya Ewrupa li gel encamdana guftûgoyekî ciddiye li navbera alî û pêkhatên Iraqiyan ji bo gihîştina çareseriyeke bingehîn û dixwazin yarmetiyên pêwîst pêşkêşî hemû aliyan bike bi mebesta derbasbûna kêşeyên li ber pêvajoya siyasî û berev pêşvebirina pêvajoya demokrasiya li welat da û geşkirina li hemû astan da, ew jî bi pişt bestina destûr û peymanên li navbera aliyê siyasiyan de hatine îmza kirin pêktê. Li ser hilbijartinên pêş yên Iraqê jî, Balyozên Yekîtiya Ewrupa dûpat kirin ku divê hilbijartinekî azad û serbixwe û li jêr çavdêriya navdewletî da bê.

Serok Barzanî gelek bi hurî behsa pêvajoya Iraqê kir û bi taybetî gihertinên siyasî û ew qonaxên ku Iraq têda derbasbûye û balkişand li ser wan kêşe û astangan ku rûbirûyê pêvajoya siyasî bûne û ragihand: Îro Iraq li tengasiyeke kûr daye û pêwîstî bi çareserkirinekî bingehîne. Her wiha rêzdar behsa girîngiya destûrê kir û tekez li wê yekê kir ku ew hemû kêşeyên hatine pêş ji ber pabendnebûna destûre û ronahîkir ku eger hemû alî pabendî wê destûrê bibûyan ev hemû gîr û girift dirust nedibûn. Kurd herdem beşek dibê ji çareseriya siyasî û bi hemû şiyanek ve jî hewla çareserkirina wan tengasiyan dide û biryare jî li ser daxwaza aliyên dinê Iraqê dawiya vê heyvê civîneke berfireh li Hewlêrê birêve biçê ew jî ji bo dû mebestan:

1- Nirxandina rewşê.

2- Ew hengavên ku pêwîste bêne avêtin.

Di derbarê pêvajoya hilbijartinê jî Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku em jî li gel hilbijartinekî azad û serbixwe û bê kêmasîne, lê belê berî hilbijartinê pêwîste amarekî bi hûrî li welat da bête encamdan û li vî warî de Yekîtiya Ewrupa dikare roleke xwe ya diyar hebê.

Di derbarê rewşa Kurdên Suriye jî, Serok Barzanî ragihand ku hejmara koçberên Suriye li Herêmê gihîştiye 75 hezar kesan û Hikûmet û xelkê Herêmê jî bi berdewamî alîkariyê dikin û li pêşkêşkirina wan alîkariyan de berdewam jî dibin.

Li dawiya civînê de Balyoz û nûnerên welatên Yekîtiya Ewrupa (Polonya, Çek, Îspanya, Swêd, Silovakya, Romanya, Brîtanya, Elmanya, Yunan, Fransa, Îtaliya, Holanda) çend pirsiyarek pêşkêşî Serok Barzanî kirin û bi girîngiyê ve bersîva wan da û Balyozên Yekîtiya Ewrupa jî civînê bi sûdbexş wesifkirin û hêvî xwestin ku berdewamiya van cûre civînan hebê‌.

Nûçeyên têkildar