26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Osman Ocalan: Ti pêwendiya PDKê bi êrîşa Tirkiyê li ser PKKê tune ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- PKK berdewam pirsgirêkan ji bo Herêma Kurdistanê derdixe û hicetek xistiye destê Tirkiyê ku sînorê Herêma Kurdistanê derbas bike. Siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Osman Ocalan jî dibêje, PKK nikare li ser axa Herêma Kurdistanê armancên xwe bidest bîne û PKK zanyariyên şaş li ser Başûrê Kurdistanê belav dike.

Osman Ocalan ji malpera KDP.info re ragihand: “Ti pêwendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi operasyonaTirkiyê ya li dijî navendên PKKê tune ye. Herwiha propagendiya PKKê ku îdya dike PDK alîkariya Tirkiyê dike, ti bingehek jê re tune ye.”

Derbarê bikaranîna axa Başûrê Kurdistanê ji aliyê PKKê ve, Ocalan wiha got: “Eşkere ye ku PKK li nava axa Başûrê Kurdistanê nikare bighê armancên xwe, pêngavên PKK niha ne di cihê xwe de ne. Pêwîst e mirov wê rastiyê li ber çav bigre, Bakur û Başûr jihev cuda ne.”

Nûçeyên têkildar