26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li nûnera sekreterê NYê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li nûnera taybet a sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Jeanine Plasschaert kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê îro Yekşema 14ê Sibata 2021an pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Jeanine Hennis-Plasschaert pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta ferdaralî ya Iraqê de gotûbêj kirin.

Jeanine Hennis-Plasschaert ji Nêçîrvan Barzanî daxwaz kir ku roleke berçav di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bigire ku ji ber liehvnekirina budceya 2021an derketine holê.

Jeanine Hennis-Plasschaert amaje bi wê yekê kiriye ku ew dixwazin Serokê Herêma Kurdistanê rol hebe di pêkanîna yekrêziyê di nav alî û partiyên Herêma Kurdistanê de.

Di dirêjiya civînê de kêşeyên Hewlêr – Bexda û guftûgoya çareserkirina wan û hewlên ji bo cêgîrkirina beşa Herêma Kurdistanê di budceya 2021ê ya Iraqê de, rewşa siyasî, emnî û abûriya welat, Korona, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, rewşa koçber û penaberan, metirsiya serhildana terorê û kiriyarên DAIŞê hat gotûbêjkirin û herdu aliyan tekezî li wê yekê kirin ku divê çareserkirina pirsan li ser bingeha destûra Iraqê be.

 

Nûçeyên têkildar