Balyozê Swêd: Hêzên Pêşmerge aştî û asayişa cîhanê parastin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Swêd li Iraqê kir.
Îro Pênçşema 11.02.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Lars Ronnas Balyozê Swêd li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî ya navçeyê û proseya siyasî ya Iraqê û hilbijartinên werin yên Iraqê de axivîn û rbehsa gefên terorê yên li ser asayişa cîhanê kirin û Balyozê Swêd li Iraqê spasî Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kir ku di rûbirûbûna DAIŞê û parastina aştî û asayişa cîhanê de roleke wan ya ber bi çav hebûye.
Peywendiyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Swêdê û herwiha revenda Kurdî li Swêd mijarên dinê vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî spasî welatê Swêdê kir ku di rojên teng û enfal û êşan de himêza xwe ji bo Kurdan vekir û herdu aliyan hêvî xwestin hebûna hejmareke zêde ya Kurdan li Swêdê li ser berev pêşveçûna peywendiyên herdu aliyan de reng bide.




