Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nadiya Murad kir

Hewlêr-KDP.info- Îro Yekşema 07.02.2021ê Serokwezîr Mesrûr Barzanî, pêşwazî li çalakvana Êzdî û rizgarbûya destê DAIŞê Nadiya Muradê kir.
Di hevdîtinekê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî, tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewleke xwe daye ji bo kêmkirina êş û azarên xuşk û birayên Êzdî û dabînkirina jiyaneke hêja ji bo wan û vegera penaberan ji bo cih û warên xwe. Herwiha Mesrûr Barzanî got: “Êzdî pêkhateyekî resen û gîring ê gelê Kurdistanê ne û Herêma Kurdistanê berdewam piştewaniyê li daxwazên wan ê rewa dike û bi sedan Pêşmerge ji bo rizgarkirina Şingalê şehîd bûn. Lewma pêwîst e rewşa Şingalê asayî bibe û aramî vegere ji bo deverê.”
Herwiha ji aliyê xwe ve Nadiya Murad jî tekezî li ser rizgarkirina revandî û kesên winda yên Êzdî kir û daxwaza azadkirin û vegerandina termên Êzdiyên gundê Koço kir. Herwiha daxwaz ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir di demeke nêzîk de aramî, seqamgîrî, aştî û dadperwereî vegere Şingal û deverê.
Herwiha di civînû de tekezî li ser giringiya berdewamiya têkeliyên ligel tîma lêkolînê ya navdewletî ji bo tomarkirina tawanên DAIŞê jî hat kirin, ew jî ji bo çêbûna dadperweriyê ji bo qurbaniyên destê terorîstên DAIŞê.




