Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hoza Şemmer li Sûriye kir
__2021_02_07_h19m46s33__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Hoza Şemmer li Sûriye Şêx Himêdî Deham Elhadî kir.
Îro Yekşema 07.02.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêx Himêdî Deham Elhadî Şêx û Serokê Hoza Şemmer li Sûriye kir.
Di hevdîtinê de piştî danustandina bîr û ramanên li ser rewş û pêşhatên dawî yên Sûriye her du alî ji bilî balkişandina li ser dostayetî û peywendiya dêrîna di navbera wan, tekez li ser bi hêztir kirina peywendî û birayetiya di navbera Kurd û Ereb û neteweyên dinên li Sûriye û bi taybetî li navçeya Cizîrê kirin.
Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi dil ve behsa rewşa xerab a Sûriyê kir û hêvî xwest ku çareseriyeke siyasî giştgîr hebe ji bo rizgarbûna pêkhatên Sûriye ji wê êş û tengasiyên ku ev çend sal e li holê de ye. Herwiha Serok Barzanî parastina asayîş û aramiya navçeyê û bihêzkirina bingehên pêkvejiyanê jî wekî bingehek ji bo vegerandina aramî û bexteweriya xelkê navçeyê bi pêwîst zanî.




