Mesrûr Barzanî pêşwazî li dixtorê navdarê Kurd Dr. Azad Necar kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li pijîşkê Kurd Dr. Azad Necar kir û pesnê xebata wî da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Yekşema 7.2.2021 li ofîsa xwe pêşwazî li dixtorê dahêner yê Kurd Dr. Azad Necar kir.
Di hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî destxweşî li Dr. Azad Necar kir û pesnê xebatên wî da û destnîşan kir ku cihê şanaziyê ye pijîşkekê kurd bi riya dahênanekê bikare li ser asta cîhanê wê destkefta girîng bi dest bîne û hêviya serkeftinê jê re xwast di xizmetkirina mirovahiyê de.
Dr. Azad Necar jî spasiya piştevaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û amadehiya xwe jî bo xizmetkirina Kurdistanê bi her awayî û bi taybetî di warê tendirûstiyê de da xuyakirin.




