Konsulê Ermenistanê: Ji bo azadî û mafên gelê Kurdistanê Serok Barzanî xebateke dîrokî kiriye

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulê Ermenistanê li bajarê Hewlêrê kir.
Îro Sêşema 02.02.2021 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Erşak Manokyan Konsulê Ermenistanê li bajarê Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de Konsolê Ermenîstanê li Hewlêr pêzanînên xwe ji bo ked û xebata dîrokiya Serok Barzanî ya ji bo azadî û mafên gelê Kurdistanê hebû û herwiha rola Serok Barzanî li pêkanîna aramî û şerê terorê de bilind nirxand.
Nirxandina rewşa siyasiya navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her wiha herdu alî tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Ermenistanê kirin.




