Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Dûşema 1.2.2021 li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hickey û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de, behsa rewşa Iraq û Rojhilata Navîn, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanya hatin axaftin.
Balyozê Brîtanya da xuyakirin ku Brîtanya amade ye alîkariya Herêma Kurdistanê û Bexdayê bike da ku bigehin rêkeftina dadmend û demdirêj li ser bingeha Destûrê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî tekez kir ku Herêma Kurdistanê herdem pêbendbûna xwe bo Destûrê Iraqê nîşan daye û herdem amade ye bi hikûmeta Iraqê re bigihê rêkeftinê.
Di civînê de behsa hilbijartinên Iraqê, rêkeftina Şingalê û derketina milîs û hêzên ne qanûnî ji Şingalê jî hat kirin .




