26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesûr Barzanî daxwaz ji Wezîrê Iraqê kir: Zordariya li ser Kurdên deverên Kurdistanî bisekinîn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Dadê yê Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Mesrûr Barzanî ji Wezîrê Dadê yê Iraqê xwast, pêşiya wan binpêkirin û zordariyê ku li deverên Kurdistanî li hember kurdan tên kirin, bigirin û nehêlin demografiya wan deveran were guhertin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Dûşema 1.2.2121 li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Dadê yê Iraqê, Salar Ebdulsetar kir.

Di civînê de behsa hemahengî û hevkariya di navbera dezgehên dadwerî, dadgeh û dezgehên pêwendîdar yên hikûmetên Kurdistanê û Iraqê de hat kirin.

Di hevdîtinê de her wiha behsa girîngiya parastina mafên mirov û qerebûkirina mexdûran û malbatên Enfalkirî û kîmyabaran û wêrankirina gundên Kurdistanê ji aliyê rêjîma berê ve hat kirin.

Serokê Hikûmeta Kurdistanê ji wezîrê dad yê Iraqê xwast, pêşiya wan binpêkirin û zordariyê ku li deverên Kurdistanî li hember kurdan tên kirin, bigirin û nehêlin demografiya wan deveran were guhertin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar