26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balyozê Brîtanya: Emê li ser piştevaniya Pêşmerge û Kurdistanê berdewam bin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Masûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Îro Dûşema 01.02.2021 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Stephen Hickey Balyozê Brîtanya li Iraqê û şandeke li gel kir.

Di hevdîtinê de ku James Thornton Konsolê Brîtanya li Hewlêrê jî amade bû, rewş û guhertinên siyasî yên dawî yên li Iraq û navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan. Di derbarê kêşeyên di navbera Herêm û Bexda jî herdu alî li ser wê yekê yeknerîn bûn ku pêwîst e pirsgirêkên ku hene di çarçoveya destûr û bi rêya diyalog werin çareserkirin.

Her di vê hevdîtinê de Balyozê Brîtanya li Iraqê tekez li ser berdewamiya welatê xwe ya li piştevaniya Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

 

 

Nûçeyên têkildar