26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyoza Norwêcê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Nêçîrvan Barzanî di civînekê de li gel Tone Allers Balyoza Norwêc li Iraqê, tekez li ser pêwîstiya koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê, bi berdewamiya hevkariya civaka navdewletî kir û spasî alîkariyên mirovî û hevkariyên Norwêcê yên ji bo koçber û penaberan kir. Balyoza Norwêcê jî pêbendiya welatê xwe ya berdewamiya alîkariya mirovî ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir û herdu alî hevrê bûn ku ji bo têkşikandina yekcarekiya DAIŞê, Iraq û Herêma Kurdistanê hêjî pêwîstiya wan bi piştgîriya civaka navdewletî heye.

Di civîna ku piştî nîvroya îro 31.01.2021 li Hewlêrê birêveçû, rewşa koçber û penaberên li kampên Herêma Kurdistanê, pêngavên danustandinên Hewlêr – Bexda yên ji bo çareserkirina kêşeyên wan, rêkeftina Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, rewşa navçeyên maddeya 140 a destûr, pirsa budceya giştî ya Iraqê û beşa Herêma Kurdistanê, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, kirdarên terorîstiyên vê dawiyê li Iraqê, serhildana Da’îş û sedemên wê, pêşhat û pêşketinên navçeyê bi giştî hate nirxandin.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser amadeyî û xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina tevahiya kêşeyên li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê li ser bingeha destûr û girîngiya bi cîhkirina sîstema federaliyê kir ku bingeha aramî û pêkvejiyana pêkhatên Iraqê dibê, her wiha li vî derbarî de rola yarmetîderê Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî bi girîng da zanîn.

Nûçeyên têkildar