Hikûmeta Brîtaniyayê bi çavekê mezin li cîyê herêma Kurdistanê dinêre

Hewlêr-KDP.info/ Berî bidwîhatina serdana wî a bo herêma Kurdistanê, duhî li bajarê Hewlêrê û bi amadebûna Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, Alester Bert wezîrê dewletê bo karûbarên Rojhîlata Navîn û Bakûrê Afrîqyayê yê hîkûmeta Brîtanîyayê preskonfrensek saz kir û behsa encamên serdana xwe a bo herêma Kurdistanê û hevdîtinê bi serokê Kurdistanê û berprisên hikûmetê Kurdistanê re kir.
Di destpêka preskonfrensê de, Alester Bert wezîrê dewletê bo karûbarên Rojhîlata Navîn û Bakûrê Afrîqyayê got ku ev cara duyeme ew serdana Kurdistanê dike û di navbera van her du serdanan de gelek guhetin û pêşkeftin li Kurdistanê çêbûne.
Wezîrê brîtanî got ku, xwendingeha Niştimaniya Brîtanî (NSG) peymaneke lihevtêgihiştinê digel hikûmeta herêma Kurdistanê îmza kir û li gor vê peymanê NSR dê di warê saxlemiyê, perwerdeyê, ewlekariyê, hilbirîn û peydakirina defetên karî bo hevwelatiyên Kurdistanê de alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bike.
Wezîrê dewletê bo karûbarên Rojhîlata Navîn û Bakûrê Afrîqyayê yê hîkûmeta Brîtanîyayê got ku, hikûmeta Kurdistanê, ji bo avakirina konsulxaneya Brîtaniyayê, zeviyek dabîn kiriye û ji bona vê alîkariyê sipasiya Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve kir ku, gelek hevkarî û hevahengî pê re kiriye.
Alester Bert got jî ku, hikûmeta Brîtaniyayê bi çavekê mezin li cîyê herêma Kurdistanê dinêre.




