Mesrûr Barzanî ligel şanda danustankar a Kurdistanê ligel Bexda civiya

Hewlêr-KDP.info- Îro Pêncşema 28.01.2021ê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ligel şanda danustankar a Herêma Kurdistanê ligel hikûmeta Iraqê a taybet bi pirsa neft û budceya federal a 2021ê civiya.
Di civînê de cîgirê serokwezîr û seroka şanda danûstankar Qubad Talabanî beşdar bû û pêşhatên dawî yên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Şandê amaje bi wê yekê kiriye wê gotûbêj û danûstendin berdewam bikin li ser arasteya gehiştina bi rêkeftina li ser bingeha destûrêIraqê ku mafên darayî yên Herêma Kurdistan dabîn bike.
Biryar e hefteya bê şanda danustankar a Herêma Kurdistanê ji bo berdewamiya bi danustandinan biçe Bexdayê.




