25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Amerîkayê li Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzan îro Pêncşema 28.1.2021 pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller kir.

Di hevdîtinê de Konsolê Giştî yê Amerîka Rob Waller li Hewlêrê jî amade bû û behsa rewşa Iraqê û pêşxistina zêdetir a pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de hat kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrû Barzanî daxuyakirin, şanazî ye ku serokê nû û rêveberiya nû ya Amerîka agahdarî rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê ne û amade ne kar û hevkariyê bikin, da ku pêwendiyên me yên bi Amerîka re di hemû waran de xurttir bibin.

Rêya danûstendinên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal, hilbijartinên bê yên Iraqê, giringiya berdewambûna hevkariyê ji bo rûbirûbûna gefên terorê û bandor û arîşeyên abûrî û siyasî beşeke din a vê hevdîtinê bûn.

 

Nûçeyên têkildar