26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balyozê Yunanistanê: Herêma Kurdistanê ji bo me girîng e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Yunanistanê yê li Iraqê kir

Îro Pênçşema 28.01.2021 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Leonidas Contovounesios Balyozê Yunanistanê yê li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de ku Efthymios Costopoulos Konsulê Yunanistanê yê li bajarê Hewlêrê jî amade bû, ronahî xistin li ser rewşa siyasî û pêşhatên navçeyê û her wiha peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê.

Her di vê civînê de Balyozê Yunanistanê li Iraqê ragihand ku Herêma Kurdistanê ji bo welatê wan girîngiyeke xwe ya taybetî heye û em dixwazin peywendiyên me yên cûda cûda bihêz bin.

 

 

Nûçeyên têkildar