Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek belav kir

Hewlêr-KDP.info- Di van demên dawî de, Ajansa Nûçeyan a Fars li Îranê bi riya berhemanîna du filman li ser Hewlêr û Pêşmerge û şerê DAIŞê, hewl daye rastiyan berûvajî bike û sivkatiyê bi Pêşmerge û rêberên Herêma Kurdistanê bike û xweragiriya gelê Kurdistanê veşêre.
Hevkariyên Îranê bo Herêma Kurdistanê di dema şerê DAIŞê de, pêwendiyên di navbera me de bi hêztir kirin. Ew ajansa fermî ya Komara Îslamî ya Îranê bi wî karî hewl dide ziyanê bighîne pêwendî û dostaniya me. Ev kar, nahêle ku giyanê şehîdan şad bibe, ew şehîdên ku di wan rojan de di yek çeperî de li hember DAIŞê şehîd bûn. Bêguman karekî wisa tije derew û tije xapandin û minetkirin, qet ligel exlaq û karê fermandarê şehîd Qasim Silêmanî hev nagrin. Lewma karên bi vî awayî nedilsozî ne ji bo Komara Îslamî ya Îranê û fermandarê şehîd, lêbelê xerakirina pêwendiyên xurt ên ku fermandar Qasim Silêmanî ligel Herêma Kurdistanê bihêz kiribûn.
Piştgîriyên Komara Îslamî ya Îranê di dema dijwar de ji bo xelk û aliyên Herêma Kurdistanê û di destpêka şerê DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê de, ku bi çek û teqemenî û bi hejmareke şêwirmend bi fermadehiya Fermandar Qasim Silêmanî, alîkariya Pêşmerge kirin, hertim cihê spasiyê ne û Herêma Kurdistanê di dema xwe de bi zelalî ew yek ragihand. Her wek çawa ku hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û bi taybet hevkariya bi bandor û demdirêj a Amerîkayê, herwiha hevkariyên welatên Ewropa û navçeyê, bi heman awayî hevkariyên partiyên Kurdistanî jî di rojên destpêkê yên êrîşa DAIŞê li ser Kurdistanê, jibîr nabin.
Hevkarîkirina Îranê bo Pêşmerge bi çek û teqemeniyan û peyre hevkariya berfireh a Hevpeymaniya Navdewletî gelekî girîng bûn, ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê nikarîbû çekan ji derve bikire, û Hikûmeta Iraqê çek û teqemenî nedida Pêşmerge, ku Hêzên pêşmerge bi çekên gelekî sade û sivik li dijî hovîtî û çekên pêşkeftî yên DAIŞê rawestiyabû.
Di dema êrîş û şerên DAIŞê de, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi fermandehî û ezmûna gelek salên têkoşîna Pêşmergatiyê ya Serok Mesûd Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, êrîşên DAIŞê li ser erdê rawestandin û hêza DAIŞê li deverê şikandin. Ev yek jî şikestina hêza tarîperestiyê bû ku gef bû li ser hemû welatên herêmê û azadî û ewlehiya tevaya cîhanê.
Herêma Kurdistanê ku wek herdem cihê pêkvejiyana aştiyane ya netewe û olên cuda bûye, careke din bû penageha parastina koçber û penaberên ji hemû netewe û ol û mezheban. Ew jî bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê û rêxistinên navxweyî û cîhanî, li pêş wan hemûyan jî ew di saya berevaniya bihêz a Pêşmerge bû.
Em van herdu filman wek sivkatî bi xweragiriya gelê Kurdistanê û rêberên Herêma Kurdistanê dibînin û herwiha em dibînin wek sivkatî bi qehremaniya Pêşmerge û xwîna şehîdên Kurdistanê jî dizanin. Herwiha sivkatî ne bi bingeh û baweriyên fermandarê şehîd Qasim Silêmanî.
Di rastiyê de, em ti sûdê ji berhemanîna fîlmên astnizim û yên dûr ji rastiyê bi vî awayî nabînin, ji bilî ku hewlek e ji bo têkdana hevkariya navçeyê û dirustkirina nakokiyan di navbera gelên dost ên li navçeyê de. Lewma, di rewangeha hebûna pêwendiyên dostane û hevkariyên kevin a ligel Komara Îslamî ya Îranê de, em daxwaza helwesteke guncaw ji Komara Îslamî ya Îranê li hemberî wan herdu filman dikin, ku bûye sedema birîndarkirina hestên gelê Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
26.1.2021




