Nêçîrvan Barzanî: Bîranîna destana azadkirina Kobanî li gelê Kurdistanê pîroz be

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanî ji destê DAIŞê peyamek belav kir û rizgarkirina Kobanî pîroz kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Bîranîna destana azadkirina Kobanî li tevaya gelê Kurdistanê û li hemû azadîxwazên cîhanê pîroz dikim. Di vê bîranînê de em serê xwe li ber canê paqij ê şehîdan ditewînin, bi rêz û wefadarî wan bi bîr tînin. Spasiya hêzên Hevpeymanan dikin ku di şerê li dijî terorê de alîkar bûn.”




