Serok Barzanî pêşwaziya nûner û konsulên welatên Erebî li Hewlêrê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Nûner û Konsolên welatên Erebî li Herêma Kurdistanê kir û di vê civînê de Serok Barzanî ragihand ku gelê Kurdistanê herdem hewla wêyekê daye ku peywendiyeke dostane li gel gelên navçeyê hebe û li ser bingehên aştî û pêkvejiyanê bûye.
Îro Dûşema 25.01.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke hevbeşa Nûner û Konsolên welatên Erebî li Hewlêrê kir ku ji Balyoz Nezmî Hizûrî Konsolê Giştî yê Filistîn û Emîdî Silkî Dîplomasî li Herêm û Dr. Omer El Kindirî Konsolê Giştî yê Kuweyt û Ehmed El Zahirî Konsolê Giştî yê Îmarat û Mihemed Wecîh Hîcazî Konsolê Giştî yê Misir û Ebdulrehîm Hesen Birêvebirê Karubarê Konsolxaneya Paşayetiya Urdin li Hewlêrê pêkhatibûn.
Di hevdîtinê de ku bi helkefta serê sala nû birêveçû, Nûner û Konsolên welatên Erebî li Hewlêr silav û rêzên Serok û Emîr û Paşayên welatên xwe bi Serok Barzanî gihandin û spasî Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê kirin ji bo wê peywendiya dêrîn û dostaneya ku li gel welatên Erebî da heye û her wiha spasiya Herêma Kurdistanê kirin ku li şerê Da'îş da mîhvandariya sedan hezar koçberên Ereb kir û pêzanîneke zêde jî ji bo wê rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şikestdana terorîstên Da'îş de hebû. Her wiha ji bilî tekezkirina li pêşxistina peywendiyên wan ya li gel Herêma Kurdistanê, xwazyarê ewe jî bûn ku kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda li rêya diyalogê bêne çareser kirin.
Her di vê civînê de Serok Barzanî spasî şanda mêhvanan kir û ragihand gelê Kurdistanê herdem hewla wê yekê daye ku peywendiyeke dostane li gel gelên navçeyê hebe û li ser bingehên aştî û pêkvejiyanê bûye. Di derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de wê yekê xisterû ku pêwîste çareserî li rêya diyalog û aştiyane û li çarçêweya destûr û rêzgirtina li pêgeh û qewareya Herêma Kurdistanê bê û tekez jî li berev pêşvebirina peywendiyên di navbera Hewlêr û welatên Erebî kir.




