Mesrûr Barzanî sersaxî ji Mazlûm Ebdî re xwest

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawî ya dayika Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî peyameke sersaxiyê belav kir.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
“Ji Bo Birêz Mezlûm Ebdî.
Mixabin me nûçeya wefata dayîka we ya rêzdar bihîst. Ez sersaxiyê ji we re dixwazim û hevbeşê xema we me. Xwedayê mezin giyanê wê bi biheştê şad bike, sebir û aramiyê bide malbat we ya rêzdar.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê”




