Mesrûr Barzanî û pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar kir.
Di hevdîtinê de behsa rewşa Iraq û deverê û pêşdebirina zêdetir a têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hate kirin. Tekezî li giringiya hevahengî û berdewamiya pêwendîyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye de hat kirin, bi taybetî bihêzkirina hevahengî û hevkarîyê ji bo bicihkirina aştî û ewlehiya herêmê.
Di civînê de tekezî li ser girîngiya cibicîkirina rêkeftina Şingalê û derketina milîs û hêzên çekdar ên neqanûnî hatiye kirin, ji bo başkirina rewşa deverê û vegera koçberan bo ser cih û warên xwe.




