Wezareta perwerde: 10 adarê roja berkirina cilûberkên netewiye

Wezareta perwerdeya hikûmeta Herêma Kurdistanê lijneyek bo bidûvçûn bi program û ezmûnan pêk tîne û roja 10`ê adarê jî dike roja berkirina cilûberkên netewî li dibîstan û xwendegehan de.
Li gor ragihandinekî wezareta perwerdê ku wezaretê biryar daye ku her sal roja 10 adarê bibe roja berkirina cilûberkên netewî li dibîstanan û xwendegehan de, ku ew roj dikeve pêş destpêkirina pişûya bihara sala xwendinê û ew biryar jî li gor xwestekê ye û zorî li tu kesî nayê kirin û dewam jî asayî ye




