26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Dewletê Brîtanya yê Karubarê Rojhilata Navîn kir

Çavkanî: KDP.info

Îro pênçşem 14/02/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Elîster Bêrt Wezîrê Dewlet yê Karubarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa li Wezareta Derveya Brîtanya û birêz Sîmon Kolîs Balyozê Brîtanya li Iraq û Hîu Îvans Konsolê Giştî yê wî welatî li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de, guftûgo li ser bihêztirkirina pêwendiyên navbera her du aliyan li warên bazirganî û veberhênan û perwerdeyê de hate kirin û li vî warî de Wezîrê Dewlet yê Karubarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa li Wezareta Derveya Brîtanya ji bo wê girîngiya ku bi kompanyayên Brîtaniyan didin û karhêsaniyê ji bo wan dikin spasiya welatê xwe pêşkêşî Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û serdanê vê carê jî ya Herêma Kurdistanê bi nîşana girîngîdana welatê xwe ya ji bo berfirehkirina asta pêwendiyan de, geşbûna aborî û bazirganiya Herêmê jî wekî fakterekî serekiya dirustkirina pêwendiyekî bi hêz da zanîn û hêvî xwest ku ev serdana wî bibê sedema vekirina asoyekî berfireh ya alîkariya aborî û bazirganiya li navbera kerta taybetiya Brîtaniya û dam û dezgehên Herêma Kurdistanê.

Serok Barzanî aramiya siyasî û îdariya Herêma Kurdistanê û pêşketina aborî û bazirganiyên Herêmê rûnkir û vekirina dergehên Herêmê jî li rûyê kompanyayên Brîtanya da dûpatkir.

Li mijareke dinê hevdîtinê de her du alî behsa qeyrana siyasiya li Iraqê û ew asteng û sedemên ku rû bi rûyê pêvajoya siyasî bûne û rewşa navçeyê bi giştî û rewşa Suriye bi taybetî kirin. Li vî warî de jî Wezîrê Dewlet yê Karubarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa li Wezareta Derveyê Brîtanya behsa rola Herêma Kurdistanê li hewandin û alîkarîkirina penaberên Suriye li Herêma Kurdistanê da kir

Nûçeyên têkildar