Mesrûr Barzanî bo Fermandarê Hevpeymanan: Pêwîst e çekdarên neyasayî ji Herêmê derkevin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Operasyonên Taybet ên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê kir.
Di hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Rob Waller tê de amade bû behsa rewşa Îraq û deverê û girîngiya hevkariyên di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan de hate kirin û tekezî li berdewam piştevanîkirina Pêşmerge ji bo rûbirûbûna gefên terorîstên DAIŞê hat kirin.
Fermandarê Hêzên Operasyonên Taybet ên Hevpeyaman li Iraq û Sûriyeyê teqez kir, Herêma Kurdistanê li herêmê hevpareke girîng a Amerîka û Hevpeymanan e.
Serokwezîrê Kurdistanê tevî ku spasiya hêzên Hevpeymanan kir ji ber hevkariyên wan li Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna terorê de, behsa girîngiya cibicîkirina rêkeftina Şingalê û derketina milîşyayn ji wê deverê kir, da ku ewlehî û aramî li herêmê vegere û rê li ber vegera penaberan bo malên xwe veke.
Herwiha Mesrûr Barzanî tekez kir ku divê hêzên çekdar ên neyasayî ji Herêma Kurdistanê derkevin, da ku hemû hêz û karînên me ji bo rûbirûbûna terorê terxan bikin.




