Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna rojiya xûşk û birayên Êzîdî

Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Hewlêr-KDP.info-Bi helkefta cejna rojiyên Êzî pîrozbahiyeka germ li xûşk û birayên Êzîdî yên li Kurdistanê û hemî cîhanê dikim. Hêvîdarim ev cejin bibê destpêkeka nû ya ji bo aramî û bexteweriya tevahiya xûşk û birayên Êzîdî û nemana êş û azaran û ew sîtem û karesata ku li Kurdên Êzîdî hatiye encam dan.
Her bi vê helkefta pîroz tekez li ser birayetî, tebayî û berfirehkirina çanda pêkvejiyan û aştîxwaziya di navbera hemî pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê dikîn.
Cejna hewe pîroz bît û bimînin bi xêr û xweşî.
Mesûd Barzanî
17.12.2020




