26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Holanda li Hewlêrê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Holanda li Hewlêrê kir.

Îro Dûşema 14.12.2020 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Hans Akerboom Konsulê Giştî yê Holanda li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Holanda li Hewlêrê amadehiya welatê xwe ya ji bo yarmetîdana Herêma Kurdistanê li geşpêdana kerta çandiniyê de nîşan da, herwiha tekez jî li ser berdewambûna hevkariyên welatê xwe ya ji bo hêzên Pêşmerge ya li rûbirûbuna DAIŞê de kir.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Holanda kir ku di şerê DAIŞê de alîlariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê daye, her wiha hewlên Hikûmeta Holanda yên ji bo alîkariya kerta çandiniya Herêma Kurdistanê bilind nirxand.

Nûçeyên têkildar