26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK, YNK û Goran civiyan û daxuyaniyek belav kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 8.12.2020 bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê ya li Hewlêrê civiyan û biryar dan ku şandeke siyasî û hikûmî ji Herêma Kurdistanê biçe Bexdayê,ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de.

Di civînê de biryar hat dayîn ku di demeke herî nêz de şandeke pilebilind a siyasî û hikûmî ya Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike ji bo gotûbêjên ligel Hikûmeta Federal a Iraqê û aliyên Iraqî ji bo gihiştina rêkeftinê û çareserkirina kêşeyên hilawestî, bi taybetî maf û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê û cîgirkirina wan di projeyasaya budceya 2021ê ya Iraqê de.

Civînê tekezî li ser piştevaniya reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dahat û xerciyên Herêmê û pêkanîna hemû pêngavên pêwîst de kiriye ji bo dabînkirina mûçeyên mehane yên mûçexuran û bersivdana daxwazên wan ên rewa.

Civînê tekez kiriye ku xwepêşandanên şaristanî û dûrî alozî û dûrî êrîşên ser saziyên fermî û malên welatiyan, mafekî rewa ye û aliyên siyasî tekezî li berpirsyariya hevbeş kirine ji bo berjewendiyên bilind ên welatiyan di derbasbûna rewşa nexwestî ya Herêma Kurdistanê de, çareserkirina kêşe û qeyranan, rûbirûbûna astengiyan û parastina qewareya Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrê de.

 

Nûçeyên têkildar