25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Balyozê Rûsya li Iraqê pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan rewşa navçeyê gotûbêj kirin.

Îro Çarşema 02.12.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Maksîm Maksîmov Balyozê Rûsya li Iraqê û şanda li gel wî kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Rûsya li Iraqê silavên Sergey Lavrov Wezîrê Derve û Mikhail Bogdanov Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsya bi Serok Barzanî gihand.

Her di vê hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên navçeyê guftûgo kirin û her wiha balkişandin li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê.

Di beşeke dinê civînê de tekezî li ser berfirehtirkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Rûsyayê hat kirin.

 

Nûçeyên têkildar