25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsya li Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşema 1.12.2020 pêşwazî li Balyozê Rûsya li Iraqê Maxim Maximov kir.

Di civînê de peywendiyên Rûsya û Herêma Kurdistamê û rewşa Iraq û herêmê hat gotûbêjkirin û tekezî li pêşvebirin û bihêzkirina zêdetir a peywendiyan û bi taybetî veberhênan û danûstandinên bazirganî ya navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê hat kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê kir û tekez kir ku nabe mijara mûçe û mafên darayî yên Herêmê, bibe karteke zextê ji bo sizakirina xelkê Kurdistanê. Herwiha eşkere kir ku Herêma Kurdistanê her dem amade ye ji bo çareserkirina kêşeyan bi rêya gotûbêjan û li ser bingeha destûrê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha amaje bi girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê kir ji bo asayîkirina rewşa deverê, da ku ew dever were avakirin û aware vegerin cih û warên xwe.

 

Nûçeyên têkildar