25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Me hemû erk û pêbendiyên xwe li hember Bexdayê bicîh anîne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Brîtanî kir ku ji Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa James Cleaverly û Wezîrê Hêzên çekdarî James Hepey û Balyozê Brîtaniya yê li Iraqê Stîfan Heiki pêk dihat.

Di vê kombûnê de guftûgo derbarê pêşxistina zêdetir a pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanîya de hat kirin. Şandeya Brîtanî da xuyakirin, xelkê Brîtanyayê bi rêzdarî û bi hurmetî li rola qehremane ya Pêşmerge di rûbirûbûna terorê de dinêrin. Amadehiya welatê xwe jî ji bo bihêzkirina hevhengî û pêwendiyên Brîtaniya bi Herêma Kurdistanê re di hemû waran de derbirî, bi taybetî di warê bazirganî û geşkirina weberhênana Brîtanî de li Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê Herêma kurdistanê Ji bilî spasiya hilwesta dostane ya Brîtaniya kir, ronahî xiste ser pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erk û pêbendiyên xwe bi cîh anîn da ku li ser bingehê destûrê bigihin rêkeftinekê. Ji ber vê yekê divê Hikûmeta Federal jî bi erkên xwe rabe û maf û destkeftên darayî yên Herêma Kurdistanê bişîne.

Nûçeyên têkildar