Nêçîrvan Barzanî: Pêwîst e îradeyekî siyasî li Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr – Bexda hebe

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîneke li gel James Cleverly Wezîrê Brîtanya yê Karubarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîka û James Heappey Wezîrê Dewlet yê Karubarê Hêzên Çekdar civiya.
Di civînê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ya ji bo piştgîrî û hevkariyên Brîtanya li şerê dijî terorê da dûpat kir û ragihand pêwîste îradeyekî siyasî li Iraqê ji bo çareserkirina kêşeyên Hewlêr – Bexda hebe û sîstema federalî wekî li destûrê da hatiye bi bingeh bê girtin.
Herwiha her du alî peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Brîtanya, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, kêşeyên Hewlêr – Bexda û berdewamiya metirsî û gefên DAIŞê guftûgo kirin û hevrê bûn ku ji bo şerê dijî terorê hê jî hevkarî û piştgîriya hevpeymaniya navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîste.
Nçîrvan Barzanî serdana herdu birêzên Wezîrên Brîtanya ya Herêma Kurdistanê li vê rewşê de ku ji ber belavbûna virusa Koronayê cîhan bi demeke dijwar da derbas dibe, cihê pêzanîn û peyameke erênî da zanîn û xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Brîtanya li hemû waran da dûpat kir.
Herdu Wezîrên Brîtanya spas û pêzanînên welatê xwe ya ji bo rola Herêma Kurdistanê û qehremaniya Pêşmerge li şerê dijî terorê û têkşikandina DAIŞê da dûpat kir û ragihand Brîtanya li hevkarî û piştgîriya Herêma Kurdistanê ya ji bo rûbirûbûn û ji navbirina yekcariya terorê û metirsiyên DAIŞê û alîkariya Hewlêr û Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyan de berdewam dibe.
Hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, pêşketinên navçeyê bi giştî, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel welatên cîran û çend pirseke ji bo her du aliyan girînbûn, mijareke dinê civînê bûn.




