26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Aliyên siyasî yên Iraqê careke din xencer li pişta gelê Kurdistanê dan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî derbarê derbaskirina projeyasaya deynan bêyî Kurdan li Parlamentoya Iraqê peyamek belav kir û amaje bi wê kir, “Gelek mixabin careke din aliyên siyasî yên Iraqê bi Şîe û Sunne ve li Encûmena Nûnerên Iraqê xencer li pişta gelê Kurdistanê dan û budçe û rizqê xelkê Kurdistanê wekî kartek ji bo guvaş xistina li ser Herêma Kurdistanê bikaranîn.”

Ev jî tekesta peyama Serok Barzanî ye:

“Gelek mixabin careke din aliyên siyasî yên Iraqê bi Şîe û Sunne ve li Encûmena Nûnerên Iraqê xencer li pişta gelê Kurdistanê dan û budçe û rizqê xelkê Kurdistanê wekî kartek ji bo guvaş xistina li ser Herêma Kurdistanê bikaranîn.

Ev di demek de ye ku di dema derbasbûyî de çendîn car rêkeftin di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de hatine îmzakirin, lê belê rêkeftin nehatine bicihkirin.

Em wê yasaya Encûmena Nûnerên Iraqê ku bi bêyî ber çavgirtina bingehên hevbeşî û rêkeftinan derxistiye, bi babeteke siyasî û ji bo guvaşxistina li ser Herêma Kurdistanê û sizadana xelkê Kurdistanê dibînîn ku berevajiya bingehên hevbeşî û li hevkirin û hevsengiya di navbera pêkhatên Iraqe û cûreyeke ji tengavkirin û şerfiroşiyê. Derket jî ku wan pêşwext biryara xwe ya li ser dijayetîkirina Herêma Kurdistanê daye û herdem bi wê lojîkê muamele li gel destûr û rêkeftinan û maf û daxwaziyên gelê Kurdistanê dikin.

Li vir pêzanînên min ji bo yekdengiya Nûnerên Kurdistanê li Bexda heye ku bi helwesteke hevbeş dijî wê yasaya Encûmena Nûnerên Iraqê rawestan û ew helwesta wan cihê spasî û destxweşiye.

Daxwaz ji Serokayetiya Herêm û Parlemen û Hikûmetê dikim ku ligel Nûnerên Kurdistanê li Bexda û aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê, pêk ve li ser vê mijarê kom bibin û bigihin biryareke hevbeş. Biryarekê bidin ku li asta berpirsiyariyê de be ji bo çareserkirina kêşeyan û di heman demê de jî kerameta miletê me bêparastin û sînorek ji bo wan karan deynin ku mebesta wan cezakirina gelê Kurdistanê ye.

 

Mesûd Barzanî

12.11.2020”

 

 

Nûçeyên têkildar