Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê Ermenîstanê li Kurdistanê kir

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 03/11/2020 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Arşak Manokyan Konsulê Giştî yê Ermenîstanê li Herêma Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de Manokyan xweşhaliya xwe bi yekem hevdîtina xwenasandina li gel Serokê Herêma Kurdistanê derbirî û xwesta welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên hemû aliyan bi taybetî yên li warê aborî da li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir.
Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî bi xêrhatinê, hêviya serkeftinê li erkê wî da xwest û dûpat kir ku Herêma Kurdistanê xwazyarê pêşxistina peywendiyên xwe yên li gel Ermenîstanê ye û derfet û warê veberhênan û sermayeguzariyê jî ji bo kerta taybet û kompanyayên Ermeniyan li Iraq û Herêma Kurdistanê hatiye rexsandin.
Peywendiyên Hewlêr – Bexda, metirsiyên terorê, pêşhatên dawî yên rewşa navçeyê bi giştî û çend pirseke ji bo her du aliyan girîngbûn, mijareke dinê hevdîtinê bûn ku têda Serok Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest kêşe û giriftan bi awayeke aştiyane bêne çareserkirin û aramî vegerê navçeyê.




