Nêçîrvan Barzanî êrîşên li Viyena û Kabulê şermezar kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê herdu bûyerên Viyena ya paytexta Nemsa û Kabul a paytexta Efxanistanê şermezar kir û ragihand, “êrîşê îsbat kir ku hêj alîkariya navdewletî pêwîst e ji bo jinavbirina DAIŞê û rûbirûbûna terorê li seranserê cîhanê.”
Nêçîrvan Barzanî di du twîtên cuda de amaje bi herdu bûyerên li Viyena û Kabulê kiriye û herdu êrîşan şermezar dike, ku di êrîşa li Viyenayê de 4 kes û di êrîşa li Kabulê de jî 22 kes hatine kuştin.
Serokê Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa li Viyenayê de dibêje: “Vê êrîşa terorîstî şermezar dikim, ku êvara duh li Viyenayê hemwelatî têde bûne armanc û têde hejmarek kesan canê xwe ji dest dan, hejmarek din jî birîndar bûn. Sersaxiyê ji malbatan re dixwazim û hevbeşê xema wan im. Hêvî dikim birîndar zû baş bibin.”
Di twîteke din, Nêçîrvan Barzanî derbarê êrîşa li Kabul a paytexta Efxanistanê de jî dibêje, êrîa terorîstî ya DAIŞê bo ser zanîngeha Kabulê şermezar dikim û sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazim.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha dibêje, “êrîşê îsbat kir ku hêj alîkariya navdewletî pêwîst e ji bo jinavbirina DAIŞê û rûbirûbûna terorê li seranserê cîhanê.”




