Kompaniyên heremezinên cîhanî nuke li herêma Kurdistanê kar dikin

Bexda-KDP.info/ Piştî bûrîna 5 salan li ser pêşkêşikirina projeyê qanûna petrol û xazê li Îraqê hêj ew pênigav di helawîstîne û dicihê xweda mayne qersî bi sedema nakokyên siyasî li dor babetê navibirî yên bi taybetî di navbera hikûmeta yekgirtiya Îraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê de, belê sereray ku qanûna navibirî heta nuke nehatî ye pesendkirin, bexda û Hewlêr di berdewamin li ser murikirina girêbestên petrolê li gel kompaniyên biyanî û cîhanî.
Heta nuke Bexda du xulên desteberikirina girêbestan wek binaxek bo pêşvebirina bîrên petrolê li jêriya Îraqê û birêjên cuda cuda dabînkirîne, hevdem hindek kompaniyên heremezinên cîhanî dest jikarên jêriya Îraqê berdan bi sedema hindê ku mercên wan di giran û bê mifane ew yên ji aliyê hikûmeta Nurî Malikî ve dihêne danan, hikûmeta malikî vê dûmahiyê piştî hindek şkestin xwarîn bizava dike dixula pêncê da wizan asteng û mercên dijwar hemberî kompaniyên biyanî kêm bike.
Divî biyavî da peyvdarê binavê wezareta petirulê asim cîhad bo rojnama Evro got, (pêdana muletan di yek sîstemda bo hemû Îraqê dihêne derxistin, ew jî li gor sîstemê berihevî û şiyan û şarezaya wan kompaniyan yên pêşibirrikyê li ser bicihînana pîverên cîhanî divî biyavî da dikin, hevdem amajeda, piroseya hevirrikyê bi ruhin û aşikiray dihête birêvebirin beramberî hemû dezgehên ragehandinê)
Asim Cîhad dupatkir, (mercê Îraqê li gel wan kompaniyan ew yên muleta karî werdigirin, karên xwe wek girêbestên xizmetkirinê bin newek girêbestên hevpişkyê bin, her wekî di bîrîn petrola ehdeb li parêzgeha wast).
Bîrên petrola ehedib li ser demê rijêma dikitaturiya berê ya Îraqê li gel kompaniyeka çînî hatibû murikirin, û girêbesta wan bi rengê hevpişkyê di karên pertolê da bû belê nuke ew girêbeset hate guhorrîn û bûye girêbesteka xizmetguzarî.
Sebaret cudahiya di navbera girêbestên hevpişkyê û xizmetguzay, peyvdarê wezareta pertolê got: (girêbestên hevpişkyê ku kompaniyê pişkik di petrolê da hebe ya dihête derxistin, belê girêbesta xizmetguzarî bitinê kompaniyê mafên kirêya karkirina xwe heye û desthelata li ser petrolê hemû bu me dimînw, zêdebarî wê piroseya pêşvebirin û aşikirakirinê jî bi kêmtirên biha bû me dimîne).
Li dor kompaniyên cîhanî yên pişkdlirî di muletên karkirina di webehênana herêma Kurdistanê da kirin Cîhadî got: (giringtirîn kompanî li gel herêmê kardikin ewin yên li hêla yekê dirawestin ji kompaniyên cîhanî wekî kompaniya birîtiş bitirulîwim û kompaniya şêl û kompaniya Yeksun Mobîl û kompaniya Îmî ya Îtalî û kompaniya Japunî cabakis û kompaniya Çînî Wahe û Total ya Ferensî û Sinngul ya Engulî).
Herwesa navibirî diyarkir, (rêja derxistina pertolê li herêma Kurdistanê li bîrên (teq teq) ya navbera hewlêr û Silêmaniyê rojane digehe 40 hezar bermîlan, herwesa bîrên (tawkê) li zaxu hêza wê digehe 50 hezar bermîlan rojane, behra herd kompaniyên (tubku) ku ji kompaniya gînîl enêrcî ya turikiy û adakis bitiruliyom ya Swîsirî pêk dihêtin, pişka wan digehe 12% ji webehênana bîrên petrola Teq eq da heye).
Li gor daxûyaniyên wezîrên samanên siruştî yê herêma Kurdistanê aştî Hewramî, heta nuke herêma Kurdistanê 45 girêbestên pertolê li gel kompaniyên heremezinên biyanî murikirine




