26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Dr. Necmedîn Kerîm dilsozê Kurdistan û neteweya xwe bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya koça dawî ya Necmedîn Kerîm daxuyaniyek belav kir û got, “di temenê xwe yê gêncatiyê de temenê xwe bo şoreşa Kurdistanê bexşand.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya wefata siyasetmedar û parêzgarê berê yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm peyameke serxweşiyê belav kir û tê de sexweşî li malbata Kerîm, xelkê bajêrê wî û gelê kurdistanê dike û divêje: “Dilsoziya Dr. Necmedîn Kerîm di bîra xelkê Kurdistanê zindî dimîne û dûrketina wî ji Kerkûkê, bandoreke mezin li ser wî dirust kiribû.

Koça dawî ya Dr. Necmeddîn Kerîm ji bo û xelkê Kurdistanê wendayiyekî mezine. Ez ji bo hevjîna wî, zarokên wî, mirovên wî, bo xelkê Kerkûkê û Kurdistanê sersaxiyê dixwazim û hevparê xema wan im.

Dr. Necmedîn Kerîm ciwaniya xwe diyarî şoreşa Kurdistanê kiriye û weke bijîşkekî jêhatî û Pêşmergeyekî beşdarî şoreşa Îlonê û destpêkirina oreşa Gulan bû. Di dema nexweşiya Barzaniyê Nemir de, bi dilsozî xizmeta wî kir. Li Amerîka wek bijîşkekî pispor kar kir, bêyî ku ji xebata siyasî û dîplomasî dûr bikeve.

Necmeddîn Kerîm ji bo bajarê xwe Kerkûkê xizmeteke gelek baş kir û qehremanî kir. Wek parêzgar Kerkûk, kar û xizmetkariyên girîng ji Kerkûkê re pêşkêş kir. Bi awayekî neyasayî ji kar hat dûrxistin. Piştî dûrxistina ji kar, gelek tiştên ne rewa û xerab hatin kirin û di rewşên aloz ên bi serê parêzgehê de hatine, bandorek mezin li wî kir.

Necmedîn Kerîm weke Kurdekî welatperwer bi hemû aliyên  siyasî û xelkê re pêwendiyên wî yên baş û bihêz hebûn û dilsozê Kurdistan û neteweya xwe bû. Bi taybetî bi Serok Barzanî û rehmetî Mam Celal re peywendiyên wî baş bûn ciheke xwe yê taybt li ba wan hebû. Di encama wan pêwendiyên berfireh de, hertim amade bû ku erkên diketin ser milê wî pêk bîne. Xebat, dilsozî ya Dr. Necmedîn Kerîm ya bi dozê re, dê di bîra xelkê Kurdistanê û dostên wî de zindî bimîne.”

 


 

Nûçeyên têkildar