Michel Kilo: Em xweseriya Kurdan li Sûriyeyê dipejirînin

Endamê Furma Demokrasiya Sûriyeyê û muxalîfê Sûriyeyê Michel Kilo derbarê daxwazên Kurdên Rojava li Sûriyeyê de axivî û got: " Li gorî min di destpêka şoreşê de daxwazên birayên me li Sûriyeyê gelek zêde bûn û ne gincawbûn bi rewşa ku Sûriyeyê tê de heye. Dema netewekî daxwaza mafê xwe yê rewa kir pêwîste şert û mercên ku herêma ku tê de hene û xalên muşterek ba bixwîne ku di demek kurt de bigihine daxwazên xwe. Lê di nêrîna min de destpêkê Kurdan ev yek nedît û sîwana daxwazên kurdan gelek zêde bûn. Lê bi dirêjahiya dema şoreşê de Kurd hîn bêhtir rastî raelîteya ku heye hatin û daxwezên maqul ji bo xwe xwestin".
Kîlo got: " Ez bi hemû hêza xwe Xweseriya Demokratîk dipejirînim. Daxwazên Kurd ya xweseriya Demoratîk mafekî rawa ye. Divê Kurd vê mafê xwe bistînin.Modêla munasîb ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê re û jiyana li Sûriyeyeke demokrat e, ancax bi pêk hatina Xweseriya Demokratîk be".
Michel Kilo diyar kir ku: " Li Îraqê deslatdarên Bexda li dijî xweseriya demokratîkin bo Kurdan ne, lê eve di demekê de ye ku li Îraqê tenê di nav sînorê hikûmeta Kurdî de aramî û pêkve jiyan heye. Ji ber vê yekê divê li Sûriyê ezmûna Îraqê li ber çav bê girtin û berî her tiştî Xweseriya Demokratîk bo Kurdên Sûriyê bê pejirandin, jiber ku dê aramî û tevayî di deverên Kurdên Sûriyê de bibe sedema belav bûna aramiyê û tevayê di hems navçeyên dinê Sûriyê de




