25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Roleke girîng a Necmedîn Kerîm di xebata rizgarîxwaziyê de hebû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawî ya Dr. Necmedîn Kerîm de, peyameke sersaxiyê pêşkêşî malbata rehmetî û xelkê Kerkûkê kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

“Bi xemgîniyeke mezin, agahiya koça dawî ya kesayetê niştimanperwer û têkoşerê diyar û bi helwesta Kurdistanê, Dr. Necmedîn Kerîm gihişte min.

Dr. Necmedîn ji serdema Şoreşa Îlonê ve weke pêşmergeyek û serkirdeyekî Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û piştre li derveyî welat, roleke wî ya girîng di xebata rizgarîzxwaz a gelê Kurdistanê û nasandina pirsa Kurd li navendên dîplomasî û akademî yên cîhanê de hebû.

Piştî azadkirina Iraqê jî ji rejîma dîktatorî, weke Parêzgarê Kerkûkê cihê destê wî di kûrkirina giyana pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên cuda û parastina pirsên niştimanî de diyar bû.

Ez sersaxiya malbata cenabê wî û xelkê Kurdistanê û bi taybetî bajarê Kerkûkê dixwazim û hevparê xemê wan im.

Xwedayê mezin ruhê wî bi bihiştê şad bike û aramiyê bibexşîne me hemûyan.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê”

 

 

Nûçeyên têkildar